• Saturday, 07 February 2026
logo

Şanda Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re dicive

Gulan Media August 24, 2025 Nûçe
Şanda Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re dicive

Şandeke payebilind a Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 24ê Tebaxê, ji bo gotûbêjkirina çend pirsên girîng û çarenivîsaz, gihiştiye Bexdayê. Tê payîn ku şand di demek nêzîk de yekem civîna xwe bi Wezareta Darayî ya Iraqê re lidar bixe.

Li gorî zanyariyên peyamnêra K24ê li Bexdayê, şanda ku ji Wezîrê Samanên Siruştî û hejmarek rêveberên ji Dîwana Çavdêriya Darayî û wezaretê pêk tê, bi armanca yekalîkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana paytexta Iraqê kiriye.

Xalên Sereke yên Nakokiyê

Heta niha du mijarên serekî hene ku hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta federal a Iraqê li ser li hev nekirine:

1.    Dahatên Federal: Hikumeta Iraqê daxwaza %50ê dahatên wan wezaretên Herêmê dike ku dikevin çarçoveya dahatên federal.

2.    Bac û Xerc (Resûmat): Hîn jî lihevkirinek derbarê vê mijarê de nehatiye kirin.

Hinardekirina Petrolê

Sedema sereke ya ji nû ve destpênekirina hinartina nefta Herêma Kurdistanê, nerazîbûna sê kompanyayên Amerîkî yên hilberînerên neftê li hemberî mercên Wezareta Neftê ya Iraqê ye. Tevî vê yekê, jêderekî ji Wezareta Neftê tekez kir ku "lihevkirin li ser hinartina neftê di demeke nêz de ye."

Di heman demê de, hatiye zanîn ku Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê zextê li herdu hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê dike ku bi kompanyayên neftê re bigihîjin lihevkirineke sêalî. 

Amerîka daxwaz dike, garantî ji bo dayîna mafên darayî yên kompaniyan bê dayîn da ku prosesa hinartinê bi lez dest pê bike. Her wiha hat ragihandin ku karûbarên teknîkî li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bi dawî bûne û Enqere jî razîbûna xwe nîşan daye.

 

K24

Top