• Saturday, 07 February 2026
logo

Şandeke bilind a Amerîkî ji bo gotûbêjkirina bûyerên Silêmaniyê tê Kurdistanê

Gulan Media August 24, 2025 Nûçe
Şandeke bilind a Amerîkî ji bo gotûbêjkirina bûyerên Silêmaniyê tê Kurdistanê

Ajansa nûçeyan a ŞefeqNwsê, şandeke payebilind a Amerîkî dê serdana Bexda û Herêma Kurdistanê bike da ku li ser çend mijaran nîqaş bike.

Li gorî wê nûçeyê, şand dê ji bilî mijarên aborî û enerjiyê, bi rayedarên Iraqî re mijara vekişîna Amerîkayê û baregehên wê yên leşkerî nîqaş bike.

Di çarçoveya serdanê de şand dê serdana Herêma Kurdistanê bike û li ser encamên pevçûnên dawî yên li Silêmaniyê nîqaş bike.

Pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Iraqê de di rewşek xirab de ne û zext li ser Iraqê ji bo bêçekkirina Heşdî Şeibî û nepejirandina qanûna Heşdî Şeibî zêde bûye.

 

Basnews

Top