Şadman Mela Hesen: Çekdarên Heşdî Şeibî di êrîşa li ser Lalazerê de beşdar bûn
Şadman Mala Hesen, kadroyekî Eniya Gel (Brey Gel)û kesekî nêzîkî Lahur Şêx Cengî, neyîniyên êrîşa li ser Lalazerê eşkere dike û dibêje, ku Heşdî Şeibî beşdarî êrîşê bûye û bi hevbeşî hatiye kirin.
Bersiva pirsekê de di hevpeyvînekê de bi Kurdistan 24 re, Şadman Mala Hesen behsa nûçeya hatina şandeke Iraqî ji bo lêkolîna şerê li Lalazerê dike û dibêje: Hêviya me pir bi wê nûçeyê nîne, wan ger bi xwasta, dikarîn beriya bûyerê pêşî li şer bigrin.
Herwaha dibêje: "Em niha pê hesiyane ku hêzên Heşdî Şeibî beşdarî êrîşê bûne û me di vî warî de agahî wergirtiye.”
Eve di demekî de ye, li gorî çavkaniyên medyayan, di êrîşê de dron û çekên giran hatine bikar anîn.
Sibeha roja 22ê Tebaxa 2025an, hêzên YNKê êrîşî Otêla Lalazerê kirin, ku baregeha Lahur Şêx Cengî, serokê Eniya Gel û hêzên wî bûn. Di nava 3 demjimêrên de şerekî dijwar pêk hat û çendîn kes hatin kuştin û bir3ındar bûn û ewlehiya Silêmaniyê kete metirsiyê de.
Basnews
