Li Amedê ji ber pirsgirêkên erd û zeviyê şer derket: 2 kes hatin kuştin, 4 kes birîndar bûn û 13 kes hatine binçavkirin
Li navçeya Yenîşehir a navenda Amed a Bakurê Kurdistanê, di pevçûna çekdarî ya li ser nakokiya erdê de du kes hatin kuştin û çar kes birîndar bûn.
Li ser pirsgirêka erd û zevî nîqaşa ku di navbera çend kesan de wegerya şer û piştre çek hatin bikaranîn.
Di encama şer û pevçûnan de kesên bi navên M.Ş. (46 salî), M.A.Ş. (23 salî ), A.Ş., H.Ş., S.Ş., û M.Ş. birîndar bûn.
Piştî agahdariyê, tîmên 112 yên Tenduristiyê yên Awarte û jendermeyan bo herêmê hatin şandin.
Di bûyerê de ji birîndaran M.Ş û herwaha M.A.Ş li gel hemû hewldanan nehatin rizgarkirin, jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragehandin 13 gumanbarên têkelî bûyerê bûne hatine binçavkirin.
Basnews
