UNAMI ji pêşveçûnên Silêmaniyê nîgeran e û ji aliyan dixwaze ku jiyana sivîlan nexin xeterê
UNAMI ji pêşveçûnên şevêdî yên Silêmaniyê nîgeran e û daxwazê ji hemî aliyan dike ku, li ser xwe bin û li ser jiyana welatiyên sivîlan nebin gef.
UNAMIyê îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) li ser rewşa Silêmaniyê daxuyaniyek weşand û amaje da ku, Şandiyê UNAMIyê ji pêşveçûnên dawiyê yên Silêmaniyê nîgeran e û sersaxiyê ji qurbaniyan re dixwaze.
UNAMIyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji hemî aliyan kir ku, li ser xwe bin û ji her kiryareka ku li ser jiyana sivîlan bibe gef dûr bikevin û rêzê li qanûnên mafên mirovan bigirin û pabendî qanûn û destûrê bin.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şevêdî hatine destpêkirin û her zû Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani jî ragihand, “Ev alozî û pevçûnên li Silêmaniyê diqewimin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, hemî alî xwe rabigirin û tavilê wan pevçûnan rawestînin û ciwanên vî welatî nekin qurbanî. Tekez jî kir ku, divê hemî pirsgirêk û nakokî bi rêyên qanûnî bên çareserkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî her îro di peyamekê de li ser rewşa Silêmaniyê tekez li ser serweriya qanûnê û parastina ewlehî û aramiya wî bajarî û parastina ser û malên welatiyan kir.
K24
