• Saturday, 07 February 2026
logo

Şêrwan Heyderî, Wezîrê Berê yê Dadê: Wezîrê Koçberiyê yê Iraqê dixwaze xelkê xwecihî yên herêmên madeya 140 ji warên wan derxîne

Gulan Media August 22, 2025 Nûçe
Şêrwan Heyderî, Wezîrê Berê yê Dadê: Wezîrê Koçberiyê yê Iraqê dixwaze xelkê xwecihî yên herêmên madeya 140 ji warên wan derxîne

Wezîrê berê yê Dadê ya Herêma Kurdistanê ku bi xwe jî yasanas û endamê Lijneya Nivîsandina Projeya Destûra Kurdistanê bûye, dibêje: "Ez fêm nakim ku Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê dixwaze bi biryara li dijî penaberan çi bi dest bixe. Ev ê encamên siyasî bi xwe re bîne û sedemên siyasî li pişt wê hene."

Şêrwan Heyderî, yasanas û wezîrê berê yê edaletê yê Herêma Kurdistanê, ji BasNewsê re ragehand: "Biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ew e ku êdî muameleya awarebûnê li gel penaberên nav Kurdistanê neke, ev sedemeke bi hêze bo wêrankirina sînorê madeya 140 û ev armancana li pişt in:

Ya yekem, ev biryarek siyasî ye û aliyê siyasî yê vê biryarê berê hatiye nîqaşkirin, ji ber ku ew dixwazin bi her awayî di navbera penaberan de nakokî û cudakariyê biafirînin û bi biryarên siyasî wan neçar bikin û wan bitirsînin û ji wan re bibêjin ku êdî têkiliya we bi cihê niştecîhbûna we ve nemaye.

Ya duyemîn, armanc ew e ku demografiya herêmê biguherînin û ew dixwazin li şûna penaberan li cîh û warên wan,  komployek ji bo Ereb kirinê bidin destpêkirin û ji xelkê re bibêjin ku yên li Kurdistanê ti eleqeya wan bi sînorên madeya 140 re tune ye, nemaze Şingal.

Ya sêyemîn, ev biryar ji hêla komeke milîsan a di nav hikûmeta Iraqê de hatiye dayîn ku Wezareta Koçberiyê kontrol dike û armanca wan ew e ku peymana Şingalê têk bibin."

Herwaha dibêje, "Ez qanûnê dizanim û hemû destûra Iraqê li ber destê min e. Werin em li gorî bendên destûrê tevbigerin û bibînin ka biryarek wisa bêyî şêwirîna penaberan û jîngeha wan û bêy vegera bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çawa dikare were dayîn?.  Qet ev karê Wezareta Koç û Koçberan nîne, ev divê  bi hevrêziya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Encumena Wezîran bi hemahengiya li gel Serokwezîrên Kurdistanê di wê mijarê de lêkolîn bê kirin. Ez li vir radigehînim ku her hewldanek wisa bidawîanîna peymana Şingalê ye û amadekariyek ji bo wêrankirina van deveran e û kartek siyasî ji bo kampanyaya hilbijartinê ye. Divê Neteweyên Yekbûyî di zûtirîn dem de were ser xetê."

Ew yasanas dibêje, "Bila Wezareta Koç û Penaberan were û raporek amade bike da ku bibîne ka penaberên Şingalê dikarin vegerin warên xwe? Bizanin ka we avedanî û jiyan bo xelkê dabîn kiriye heta ku xelk vegere? Di vir de niyeteke metirsîdar heye ku koma ku Wezareta Koçberiyê dimeşîne dest bi xiyanetê li Iraqê kiriye û li Deşta Nînewa dest pê kiriye, dixwazin pirsgirêka penaberan bi heman êşê re rû bi rû bikin."

 

Basnews

Top