• Saturday, 07 February 2026
logo

Komeke govendê ya Kurdî çend xelatên navneteweyî wergirtin

Gulan Media August 22, 2025 Nûçe
Komeke govendê ya Kurdî çend xelatên navneteweyî wergirtin

Komeke govendê ya Kurdî di du festîvalên cuda de çend xelat wergirtin û dengbêjekî Kurd jî pileya yekê bi dest xist.

Tevlîbûyîyekê wê festîvalê bi navê Raber Kurdistanî îro (Pêncşem, 21ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, "Di rojên 16 û 17ê Tebaxê de li bajarkê Batomê yê Gurcistanê, em bi Koma Şilêweyê ya Govendê re tevlî Festîvala Navneteweyî ya Stran û Govendê bûn û me çend xelat jî bi dest xistin.”

Raber Kurdistanî amaje jî da, “Koma Şilêweyê ya Govendê dîplomaya şanaziyê û Grand Prix a festîvalê bi dest xistin, û bi serbilindî ve nûnerên Kurdistanê karîn bi xweşikî xwedî li çanda kevnar û bihêz a welatî derkevin û bibin parêzvanên baş û kedkar.”

Navbirî eşkere jî kir, “Di warê deng û muzîkê de, min pileya yekê û xelata zêrîn bi dest xistin û ev cara duyê ye ku em tevlî festîvaleke wisa dibin.”

39 kom tevlî vê festîvalê bûn û çend kesatiyên navdar wekî komîteya nirxandinê tevlî wê bûn.

 

K24

Top