Umêd Xoşnaw: Em biryara Wezareta Koçberiyê ya Iraqê red dikin
Parêzgarê Hewlêrê biryarên Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê red dike û eşkere dike ku ew ê di nameyek fermî de daxwaza betalkirina vê biryarê bikin.
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê îro roja Pêncşemê biryar da ku êdî ew kesên ku li kampên penaberan dijîn wekî penaber nayên hesibandin û weke niştecîh û beşek ji xelkê wan cihan hesab dike ku lê niştecîhin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand: "Em bi dîtina biryara Wezîrê Koçberî û Penaberan a Iraqê matmayî man, di heman demê de ku komîteyek hevbeş di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo danûstandin û hemahengiya di navbera parêzgehan û rêkeftina siyasî heye, çawa wezîr dixwaze penaberên li Herêma Kurdistanê wekî niştecihên Kurdistanê bihesibîne û rê nade ku wek penaber danûstandin li gel wan bê kirin. Ji ber şerê DAIŞê zêdetir ji yek mîlyon kes awareyî Kurdistanê bûn, ji Pêkhateyên Xiristiyan û Êzidî û Tirkmen jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya ajansên navneteweyî kariye di çarçoveya kampan de wan niştecîh bike. Niha 18 kamp hene û 600,000 kes ji ber şert û mercên xirab ên li deverên wan nikarin vegerin, mixabin Wezareta Koçberî û Penaberan a Iraqê napirse gelo wan ji bo penaberan jiyanek baş peyda nekiriye da ku vegerin warên xwe?"
Herwaha got, "Niha, ne tenê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê nekariye zextê li ser Iraqê bike da ku li van deveran jiyanek aram ji bo vegera penaberan peyda bike, lê ew hatine ku demografiya van deveran wêran bikin. Ew dixwazin rê li ber vegera penaberan bo malên xwe li Deşta Nînowayê û Şingalê bigirin. Ev biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê nehatiye lêkolînkirin û em wekî hikûmeta herêmî nehatine şêwirîn û vê biryarê red dikin û emê ji serokwezîrê Iraqê re jî binivîsin da ku vê biryarê rawestînin."
Umêd Xoşnaw herwaha dibêje, "Tiştê ku hatiye kirin li dijî destûra Iraqê û prensîbên rêftarê yên NY li ser koçberiya navxweyî ye, û herweha li dijî qanûna mirovî ya navneteweyî û Peymanên Cenevreyê ye ku piştgirîya vegera dilxwaz, ewle û bi rûmet a penaberan dikin, ne bi biryarê. Ji ber vê yekê, ev biryar siyasî ye û em baş dizanin ku ew dixwazin dest bi guhertina demografiya Deşta Nînowayê û Şingalê bikin û xwezaya jiyana mirovan li wan deveran biguherînin."
Herwaha diyar kir ku divê Bexda biryarê di zûtirîn dem de betal bike û ew wezîr êdî nikare bi wê zîhniyetê ji bo xizmeta penaberan bixebite. Ew dixwazin peymana Şingalê bişkînin û niyeta wan xirab e. Her wiha ew hewl didin ku li Şengal û Deşta Nînowa rewşek ne aram biafirînin. Em tekezî li ser çareseriya qanûnî ya pirsgirêkên girêdayî vegera bi dilxwazî û serbilind a penaberan, îrade û azadiya wan, û misogerkirina niha û pêşeroja wan di warê ewlehî, xizmetguzariyên bingehîn û parastina milkê wan de dikin.”
Basnews
