Îsraîlê careke din êrîşî başûrê Lubnanê kir
Îsraîlê careke din êrîşî başûrê Lubnanê kir û bû sedema qurbaniyan.
Îro 21.08.2025ê, medyaya Lubnanî ragihand ku dronên Îsraîlê êrîşî herêma Dîr Siryan a li sînorê navçeya Nabtiya ya li başûrê Lubnanê kirin û di encamê de kesek bi giranî birîndar bû.
Herwaha hat ragehandin ku derengiya şevê Îsraîlê êrîşî herêma Hewşî ya li navçeya Siwer a li başûrê Lubnanê kir.
Wezareta Tenduristiya Lubnanê ragihand ku çar kes di êrîşên Îsraîlê de birîndar bûne û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.
Medyaya Îsraîlê radigihîne ku artêşa Îsraîlê kesayet û şervanên Hizbullahê li başûrê Lubnanê hedef digire.
Basnews
