• Saturday, 07 February 2026
logo

Ajansa "SANA" ku zimanê fermî yê dewleta Sûriyê ye, êdî dê bi kurdî jî weşanê bike

Gulan Media August 21, 2025 Nûçe
Ajansa

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA), di 20ê Tebaxê de li paytext Şamê bi rûyekî nû û nasnameyeke nû ya dîtbarî dest bi qonaxeke nû kir. Di çarçoveya vê pêngavê de, SANAyê ragihand, ew ê ji niha û pê ve bi pênc zimanên sereke, tevî zimanê Kurdî, weşanê bike.

Merasîma vekirinê li Navenda Niştimanî ya Hunerên Dîdarî bi awayekî fermî hat lidarxistin û hejmarek wezîr, kesayetiyên fermî, nûnerên şandeyên dîplomatîk û komek ji rewşenbîr û ragihandinkaran tê de amade bûn.

SANAyê eşkere kir, ew ê ji bilî Erebî, bi pênc zimanên sereke yên din jî weşana xwe bike ku ev in: Kurdî, Îngilîzî, Frensî, Îspanî û Tirkî.

Berpirsên SANAyê diyar kirin, ev pêngav di çarçoveya plana ajansê de ye ku bigihîje temaşevanên cîhanî yên berfirehtir û di heman demê de rêzê li taybetmendiyên her civakekê bigire. Li gorî berpirsan, armanca sereke "pêşkêşkirina naverokeke pîşeyîtir û zelaltir e ku welatiyê Sûrî dixe navenda bûyeran."

"Pêkhateya Kurd stûneke bingehîn e"

Derbarê zêdekirina zimanê Kurdî de, Wezîrê Ragihandinê yê Sûrî Hemze Mistefa tekezî li ser pirrengiya etnîkî û çandî ya Sûriyê kir û destnîşan kir ku "Sûriyeya nû girîngiyê dide mafên zimanî û çandî yên hemû pêkhateyan."

Wezîrê Ragihandinê yê Sûrî Hemze Mistefa ji K24ê re got: "Pêkhateya Kurd pêkhateyeke resen û stûneke bingehîn e di avakirina Sûriyeya nû de û armanc ew e ku bi rêya vê pêngavê bigihîjin hemû beşên civaka Sûrî. "

Ev pêngav weke bersivek ji bo kêşe û guhertinên bilez ên di cîhana medyayê de tê dîtin û weke hewldanek ji bo nûkirina siyaseta ragihandinê ya ajansa fermî ya Sûriyê tê nirxandin.

 

Basnews

Top