Umêd Xoşnaw: Ti yasayek li Kurdistanê rê nade qumarxane û karên ne exlaqî
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw di derbarê wê gote gota hebûna qumarxane û fhuşê de ragehand ku li Kurdistan û Hewlêrê ji bo çalakiyên weha cihên fermî nînin, lê kesên ku qanûnê binpê dikin hene û di demên berê de jî çend kes ji ber wê sedemê hatine darizandin.
Xoşnaw got, "Hewlêr weke paytext ji 2 milyonî zêdetir nifûsa xwe heye, di nav wan de nêzîkî 350,000 penaber hene. Her roj ji bilî betlaneyan, hatin û çûna welatiyên ji bajarên din ên Iraqê ji 100,000î zêdetir dibe ku serdana Hewlêrê dikin."
Herwaha dibêje: "'Tiştên ku tên kirin neqanûnî û dijqanûnî ne, û em dubare jî dikin ku li Hewlêrê tu qumarxaneyên fermî nînin ku ji hêla hikûmetê ve destûr jê re were dayîn. Qanûnên Herêma Kurdistanê destûrê nadin vê yekê, qanûnên Iraqê destûrê nadin van tiştan. Belê, dê li dijî van kesan tedbîr bên girtin.”
Umêd Xoşnaw dibêje, “Ew çalakvan an dezgehên medyayî yên qaşo dixwazin bi van gotegotan bandorê li ser pêşveçûna Hewlêrê bikin, lê pêşveçûna Hewlêrê û Kurdistanê ranaweste û dê berdewam bike. Her çalakvanekî ku behsa vê mijarê kiribe, me ew radestî qanûn û dozgeriyê kiriye û dozgerê giştî li ser wê mijarê li ser xetê ye û ew dosya jî hatiye guhdar kirin û dê bê çareser kirin, her kesêkî ku ji mere alîkar be di zanyariyên li ser wê mijarê de bide, dê tîmên hikûmetê bi berdewamî lêkolînê li ser wê mijarê bikin û ew mijar jî piştî ku li Dadgehê hat yekalî kirin, wê demê dê rastî û drustî bo rayagiştî bê belav kirin.”
Basnews
