470 namzed ji hilbijartinên parlementoya Iraqê tên derxistin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, dûrxistina zêdetirî 470 namzedan ji bo hilbijartinên parlamentoyê ragihand, di heman demê de mekanîzmaya guhertin û bêbeşkirina namzedan li hilbijartinê aşkera dike.
Hesen Qebes, endamê tîma ragehandinê ya Komîsyona Hilbijartinên Iraqê, ji ajansa nûçeyan a Iraqê re ragehand, "Hejmara namzedên ku ji hilbijartinan hatine derxistin gihîştiye zêdetirî 470 kesan, lîsteya herî dawî 253 kes bûye."
Herwaha aşkera kiriye: "Li gorî qanûnê, piştî ku namzed an partî ji biryara vekişîna namzed tê agahdarkirin, sê roj dem ji hizban re tê dayîn ku kesê ku hatiye derxistin biguhezîne, di heman demê de berbijêr bi xwe mafê îtîrazê li dijî biryarê li ber dadweriyê heye.”
Herwaha aşkera dike: "Komîsyon dezgehek bêalî ye û ti eleqeya wê bi derxistin an beşdarbûna tu namzedekî tune ye, ji ber ku biryara dawî berpirsiyariya dadweriyê ye, heke namzed biryarek erênî werbigire, ew ê dîsa di lîsta hilbijartinê de cîh bigrin.”
Basnews
