• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Fraksiyona Qanûnê li Parlamentoya Iraqê Husên Muens: Emê bi cilên Heşdî Şeibî biçin parlamentoyê

Gulan Media August 20, 2025 Nûçe
Serokê Fraksiyona Qanûnê li Parlamentoya Iraqê Husên Muens: Emê bi cilên Heşdî Şeibî biçin parlamentoyê

Husên Muens, Serokê Fraksiyona Heqûq di nivîseke xwe de dibêje: "Em ê bi cilên Heşdî Şeibî bikevin parlementoya Iraqê da ku qanûna Heşdî Şabî derbas bikin.”

Herwaha dibêje, "Em hêvî dikin ku hemî fraksiyon û endamên din ên parlementoyê jî bi vî rengî werin rûniştinê û beşdarî pejirandina qanûnê bibin.

Ev di demekî de ye ku Amerîkayê hişyarî da ku qanûna Heşdî Şeibî neyê pejirandin û çek tenê di destê dewletê de be.

Husên Muens dibêje, "Ger ev qanûn di vê rûniştinê de neyê pejirandin, dê di rûniştinên pêş de pejirandina wê dijwar be.”

Hêjayî gotinê ye ku derbaskirina yasaya Heşdî Şeibî li Iraqê de civak parçe parçe kiriye, li gorî wê yasayê Heşdî Şabî wekî saziyek leşkerî ya fermî tê hesibandin, dê ajansa xwe ya îstîxbaratê hebe û dikare operasyonên leşkerî yên taybet encam bide, ku ev yek wekî metirsiyek tê dîtin ji ber ku çavdêr bawer dikin ku ew sazî polîtîkayên mezhebî pêk tîne.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2024an de, Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Husên Muens û fraksiyona wî bi tohmeta piştgiriya Hizbulaha Iraqî û tabûrên Spaha Pasdaran xistiye lîsta ceza kirinê.

 

 

Basnews

Top