Rojnameya El Erebî El Cedîd: Hinardekirina petrola Kurdistanê dê di çend rojên pêş de ji nû ve dest pê bike
Rojnameyekî erebî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser mekanîzmayekê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê di rojên pêş de li hev kirine.
Rojnameya El Erebî El Cedîd bi zimanê Endamê komîteya petrol û gazê ya parlamentoya Iraqê Basim Xirebawî ragehand ku piştî zêdetirî du salan, Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal di dawiyê de li ser mekanîzmayekê ji bo hinardekirina petrolê li hev kirine, û bi vî awayî krîza ku milyaran dolar zirar daye Iraqê bi dawî dibe.
Parlamenterê Iraqî got ku Şirketa Petrolê ya Bakur dê petrola ku ji Iraqê re tê şandin hilîne da ku bi rêya boriyê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyê ve were hinardekirin, piştî ku bi aliyê tirkî re lihevkirinek dawî pêkbîne ew yek dê dest pê bike.
Rojnameyê ragehand ku piştî lihevkirinê "Hinardekirina petrola Kurdistanê dê di çend rojên pêş de, piştî temamkirina amadekariyên teknîkî û lojîstîkî yên pêwîst, hêdî hêdî ji nû ve dest pê bike."
Li gor gotinên wî parlementerê ku daxuyanî daye rojnameyê: "Destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê dê bibe alîkar ji bo aramiya dabînkirina petrola Iraqê bo bazarên cîhanê û dê bibe gaveke pratîkî ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên çaverêkirî di navbera her du aliyan de, ku berî hemû tiştekî jî dosyaya mûçeyê mûçegiran û bidestanîna mafên wan ên darayî de alîkar be.’’
Ji aliyê din ve pirsporê warê enerjiyê Govend Şêrwanî jî ragehand: "Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê ji bo zêdetirî du salan bûye sedema ziyanên bi milyaran dolarî ji bo aboriyên Iraq û Kurdistanê, lê li gorî peymanê, rojane 50 hezar bermîl dê ji bo dabînkirina pêdiviyên navxweyî werin veqetandin. Berhemê ku dimîne jî bi rêya kompanyaya petrola Iraqê SOMO ve bê firotin û ti lîmetek jî nehatiye diyar kirin."
Di heman demê de, aborînasekî Iraqê yê bi navê Humam Şima, ji rojnameya El-Erebiye El-Cedîd re got ku hinardekirina petrola Kurdistanê û firotina wê ji hêla SOMO ve dê bibe alîkar ku kêmasiya rastîn a budceya giştî ya Iraqê kêm bike.
Basnews
