Herdu malbatên bûyera benzînxaneya Hewlêrê lihevhatinek ragihandin
Piştî bûyera kuştinê ya li benzînxaneyeke Hewlêrê ku tê de sê kesan jiyana xwe ji dest dabûn, îro 18'ê Tebaxê bi amadebûna şandeke taybet li ser navê Serok Mesûd Barzanî, her du malbatên têkildarî bûyerê, lihevhatina civakî ragihandin. Malbata qurbaniyan, ligel vê pêngava aştiyê, tekezî li ser daxwaza xwe ya ji bo bidarvekirina kujer jî kir.
Bavê yek ji qurbaniyan ji K24 re got, ew pêşwaziyeke germ li şanda Herêma Kurdistanê dikin û got: "Ew hatin û em mezin girtin, bi rastî xem û êşa me kêm kirin. Em spasiya wan dikin."
Herwiha mamê yek ji qurbaniyan jî amaje bi wê yekê kir ku hatina şandê û peyama Serok Barzanî ew gelekî kêfxweş kirine û got: "Pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re dîrokî ne. Herêmê di demên zehmet de gelek alîkariya me kiriye û koçberên me hembêz kirine. Ew şanda ku hatiye ne mêvan e, belkî xwediyê malê ye."
"Daxwaza me bidarvekirina kujer e"
Ligel vê lihevhatina civakî, bavê qurbaniyekî derbarê daxwazên xwe yên yasayî de axivî û got: "Me bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re axiviye û daxwazên xwe yên derbarê bûyerê de gihandine wan. Bêguman daxwaza me bidarvekirina kujer e."
"Kurd û Ereb yek xwîn in"
Ji aliyê xwe ve, serokê yek ji eşîrên Enbarê, Şêx Sebrî pêşwazî li şanda Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser pêwendiyên kûr ên di navbera wan û Kurdan de kir. Şêx Sebrî got: "Pêwendiyeke me ya kevnar bi Serok Barzanî û Kurdan re heye. Kurd û Ereb yek milet û yek xwîn in. Ji vê bûyera kuştinê tenê kesek berpirsiyar e, ne neteweyek."
Herwiha Şêx Sebrî pesnê pêşketinên li Herêma Kurdistanê da û got ku ev yek cihê kêfxweşiya wan e.
Bûyer çawa rû da?
Êvara Çarşemê, 6'ê Tebaxa 2025'an, li benzînxaneyeke Hewlêrê, di navbera karmendekî benzînxaneyê û du mişteriyan de nîqaşek derketibû. Di encama nîqaşê de, karmendê benzînxaneyê bi çekê Kalaşnîkovê gule li her du mişteriyan reşandibû û ew kuştibûn. Welatiyekî din jî ku li nêzîkî cihê bûyerê bû, ji ber guleyan jiyana xwe jidest dabû.
K24
