Amerîka.. Di êrîşeke çekdarî de 3 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
Hat ragihandin ku di êrîşeke çekdarî li xwaringeheke li New Yorkê de 3 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî NBC News, li xwaringeha Taste of the City Lounge ya li navçeya Crown Heights a Brooklynê êrîşeke çekdarî pêk hat.
Komîsera Daîreya Polîsan a New Yorkê (NYPD) Jessica Tisch di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku ji kesekî zêdetir êrîşkar di bûyerê de beşdar bûne û got ku lêpirsîn berdewam dike û heta niha kes nehatiye binçavkirin.
Tisch diyar kir ku di êrîşê de du zilamên 27 û 35 salî û zilamek, ku nasnameya wî hîn nehatiye diyarkirin, hatine kuştin. Herwaha diyar kir ku 8 kes rakirine nexweşxaneyên derdor û rewşeke metirsîdar li ser tendurisiya wan nîn e.
Basnews
