• Saturday, 07 February 2026
logo

Projeya rêkxistina navenda Dihokê bi dîzayneke modern hatiye destpêkirin

Gulan Media August 19, 2025 Nûçe
Projeya rêkxistina navenda Dihokê bi dîzayneke modern hatiye destpêkirin

Di çarçoveya projeya Sitî Senterê ya rêkxistina navenda Dihokê bi dîzayneke modern de, cade û rêyên peyatî yên sûka Dihokê dê bên nûjenkirin û rêkxistin, herwesa stûnên elektrîkê yên li wê sûkê jî dê bên rakirin ev jî dê sîmayê sûka Dihokê xweşiktir û şaristanîtir bike. Ev proje dê bi dirêjahiya 15 kîlometreyan û bi gojimê 3 milyar û 408 milyon dînaran bê bicîhanîn.

Qayimqamê Dihokê Îsmaîl Mihemed ji Kurdistan24ê re got, "Ev proje ji aliyê Parêzgeha Dihokê û Serokatiya Şaredariya Dihokê ve tê çêkirin, da ku navenda wî bajarî bê rêkxistin û cade, rêyên peyatî û berlêvên cadeyan jî bên çarekirin.”

Îsmaîl Mihemed herwesa got, “Ev proje ji bo sûka Dihokê pir pêdivî ye ji ber ku sûk pêdivî bû ku ji nû ve bê rêkxistin û nûjenkirin.”

Berdevkê Şaredariya Dihokê Şerwan Hesen di wî warî de got, “Stûnên elektrîkê yên kevin an jî yên ku bi projeya Ronakiyê re ne lihevhatî ne dê ji sûkê bên rakirin û stûnên nû dê li gorî pergala nû ya elektrîkê bên danan.”

Berdevkê Şaredariya Dihokê amaje jî da, “Li nîvê rêyên peyatiyê, rêyek ji bo kor û seqetan dê bê çêkirin.”

Dîroka wan stûnên elektrîkê yên ku li sûka Dihokê tên rakirin vedigere bêriya 70 salan. Hin ji wan ji bo veguhestina tora elektrîkê ya neteweyî û yên din jî ji bo veguhestina elektrîkê ji jeneratoran dihatin bikaranîn. Ji wê demê ve ku projeya Ronakiyê hatiye destpêkirin, projeya rakirina stûnan û gihandina elektrîkê bi pergala binerd hatiye destpêkirin.

 

K24

Top