56 sal di ser Komkujiya Şikefta Dekanê re derbas dibin
Îro, 18'ê Tebaxa 2025'an, 56 sal di ser komkujiya hovane ya Şikefta Dekanê ya li qezaya Şêxanê re derbas dibin. Di vê roja bi êş de, kesûkarên qurbaniyan careke din li cihê komkujiyê kom bûn û 75 jin û zarokên bêguneh ên ku di 18'ê Tebaxa 1969'an de ji aliyê artêşa Iraqê ve bi awayekî hovane hatibûn şehîdkirin, bibîr anîn.
Di 18'ê Tebaxa 1969'an de, artêşa Iraqê bi awayekî hovane êrîşî gundê Dekanê kir. Ji bo ku xwe ji êrîşê biparêzin, jin û zarokên gund xwe avêtin Şikefta Dekanê, lê mixabin ew şikeft ji wan re bû goristaneke komî. Artêşê hemû 75 kesên di şikeftê de şehîd kirin û termên wan şewitandin.
"Em ji bo sivikkirina êşa xwe tên vir"
Newzad Dekanî, yek ji kesûkarên şehîdên komkujiyê, ji Kurdistan24 re axivî û got: "Ev karesateke gelekî bi êş e, em hêvî dikin ku neyê serê ti kesî. Em gelek caran ji bo ku êş û xemên xwe sivik bikin, serdana vê goristanê (şikeftê) dikin."
Heta roja îro jî, şopên reş ên şewatê li ser dîwarên şikeftê mane û hestî û bermahiyên şehîdan nehatine komkirin. Ev rewş êşa malbatan hîn kûrtir dike û weke bîranîneke herdemî ya wê hovîtiyê li ber çavan e.
Banga avakirina gund
Kemal Yeqûb, ku du birayên wî di komkujiyê de şehîd bûne, jî got: "Kesûkarên me tenê ji ber ku Kurd bûn hatin şehîdkirin. Em şanaziyê bi wan dikin."
Yeqûb bal kişand ser wê yekê ku gundê wan zêdetirî 50 sal in vala ye û bang kir: "Em daxwaz dikin ku gundê me ji nû ve were avakirin."
K24
