Artêşa Sûriyê ji bo êrîşeke mezin li dijî HSDê xwe amade dike
Çavkaniyekê ji artêşa Sûriyê ragihand ku, artêşa welatê wî amadekarî kirine ku êrîşî deverên ku di bin kontrola HSDê de ne bike, eger peymana di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de bi ser nekeve, lê bi wî şertî ku Amerîka razî bibe û Îsraîl jî desttêwerdanê neke.
Rojnameya The Nationalê ya Amerîkayî îro 17.08.2025 ji zarê Çavkaniyekê ji artêşa Sûriyê parve kiriye ku, artêşa Sûriyê plan dike ku berî Cotmehê êrîşeke mezin bide destpêkirin da ku parêzgehên Reqe û Dêrazorê kontrol bike, eger Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê li hev nekin.
Li gorî wê çavkaniyê, artêşek ji 50 hezar çekdaran bi piştevaniya eşîrên Ereb ên wê deverê li nêzî bajarê Tedmurê ji bo amadekariya pêşveçûna ber bi bakur û deverên di bin kontrola HSDê de hatiye kom kirin.
Wê çavkaniya ewlehiyê amaje jî da ku, plana wê êrîşê bêyî erêkirina Amerîkayê nayê bicîhanîn, herwesa divê piştrastî jî bê dan ku artêşa Îsraîlê desttêwerdanê neke.
Çavkaniya navbirî eşkere jî kir ku, danûstandinên di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSDê de bi navbeynkariya Waşintonê ti pêşveçûnek nedîtiye, herwesa ji ber redkirina radestkirina desthilatdariyê ji Hikûmeta Şamê re, Amerîka nîgeran kiriye û nêrîna wê ya li ser HSDê guhertiye.
Li gorî wê çavkaniyê, ev nêrîna Amerîkayê bi helwesta Tirkiyê ji bo bidawîanîna hejmona HSDê li bakurê Sûriyê re hev digire.
Ev jî di demekê de ye ku, di meha Tîrmehê de pevçûn di navbera Dirûz û Bedewiyan de çê bûn, ku bû sedema desttêwerdanên hêzên Hikûmeta Sûriyê û hêza asmanî ya Îsraîlê.
Basnews
