Elî Hatim: Vekişîna Amerîkayê dê nakokiyên navxweyî zêde bike û berjewendiyên Iraqê bixe bin bombebarana Îsraîlê
Kesayetiyekî navdar ê Sunnî yê Iraqê got ku senaryoyên vekişîna Amerîkayê ji Iraqê, dê rewşa Iraqê ber bi nediyariyê ve û bibe sedema nezelaliyê û berjewendiyên Iraqê bixe bin bombebarana Îsraîlê.
Kesayeta diyar û navdar a Sunnî û serokê eşîreta Dilêm Elî Hatim Silêman, di hevpeyvînek televîzyonê de got: "Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê dê bibe sedema nezelaliyê û nakokiyên navxweyî zêde bike."
Hatim hişyarî derbarê vekêşîna Amerîkayê de da û got: "Ev dê nakokiyên di navbera partiyên siyasî de zêde bike û Waşington bi wî karî dê Bexdayê wêran bike û herwaha berjewendiyên Iraqê bixe bin bombebarana Îsraîlê."
Elî Hatim diyar kir: "Vekişîna Amerîkayê dê zirarê bide Iraqê û gelê wê û çarenivîsa Iraqê bi hebûna hêzên Amerîkayê ve girêdayî ye."
Duh 17.08.2025ê çavkaniyek hikûmeta Iraqê ji El Cezîre re got, leşkerên Amerîkî dê di meha Îlonê de ji Bexda û Enbarê vekişin ber bi Hewlêrê ve biçin û ew proseya vekêşînê di meha Îlon a îsal de dê dest pê bike.
Basnews
