Balyozxaneya Amerîkayê li ser bi dawî hatina erkê Hêzên Hevpeyman li Iraqê daxuyaniyek belav kir
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragihand ku, erkê Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê tê guhertin. Tekez kir ku, ew dê şerê li dijî DAIŞê bidomînin.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro 18.08.2025ê daxuyaniyek li ser bi dawî hatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Iraqê belav kir.
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di wê daxuyaniyê de got: "Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî li Iraqê ji bo hevpariyeke ewlehiyê ya dualî ya kevneşopîtir tê guhertin."
Balyozxaneya Amerîkayê tekez kir: "Ev ne dawiya xebata Hevpeymaniya Navneteweyî ye ji bo şkandina DAIŞê, lê tevgerên wê yên sivîl bi serokatî û reveberiya sivîl dê li ser asta cîhanê berdewam bin."
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê got: "Hûrguliyên girêdayî plan û operasyonên me yên leşkerî dê ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê re bên şandin."
Rudaw
