Rêberekî Tirkmen: Hikûmeta ku mafên pêkhateyên xwe bi yasayê daye tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye
Rêveberê navdar ê pêkhateya Tirkmenan li Herêma Kurdistanê Mihemed Seadedîn, dibêje ku yek ji taybetmendiyên Herêma Kurdistanê ku li seranserê cîhanê navdar e, jiyana pêkvejiyana li herêmê ye. Wî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê take hikûmete ku mafên hemû pêkhateyan bi qanûnê daye.
serokê Partiya Geşepêdana Tirkmen Mihemed Seadedîn, ji BasNewsê re got; Eger em li Herêma Kurdistanê li sîstema siyasî binêrin, beşdarbûna pêkhateyan di hikûmet û parlementoyê de û hemû çalakiyên siyasî yên di pergalê de wisa kiriye ku ti cudahî di navbera tu pêkhateyekî de nemîne. Ji herkesekî re derfeta pêşketinê hatiye dayîn û xala giring ew e mafên pêkhateyan li Herêma Kurdistanê ne tenê di çand û gotinê de maye, bi yasayê jî hatine misoger kirin, ango hemû yasa rehendên xwe yên niştimanî hene û mafên pêkhateyan têde hatine bicîh kirin. Di hemû sektoran de maf ji pêkhateyan re hatiye dayîn û ew yasayên li Herêma Kurdistanê hene, bi taybet jî yasaya mafên pêkhateyan, ne li Iraqê û ne jî li navçeyên Rojhilata Navîn hemûyê wekî wê nîne. Ji ber wê jî rewşa pêkhateyan li Herêma Kurdistanê li gor Iraq û navçeyê bi giştî mirov nikare bide ber hev, ji ber ku bi temamî berovajî yek in.
Herwaha got: "Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana xwe tê nasîn, rayedarên siyasî girîngiyeke mezin dane pêkhateyan. Ji ber vê yekê eger em li Iraq û her welatekî nakokî lê heyî di navbera pêkhateyan de em lê binêrin em wê cudayiyê dibînin, lê li Herêma Kurdistanê ji ber ku desthilata siyasî ya Kurdistanê bi hemû awayekî giringî daye pêkhateyên Kurdistanê. Ne ku ew nakokiyên li cîhên din heyî tine, heta berovajî wê li Kurdistanê hemû pêkhate wek xwîşk û bira dijîn. Tişta heye rikberiya siyasî ye, ew jî rewşekî durist û pêşketiye û rikberî li ser baş birêvebirina Herêma Kurdistanê ye. Ji ber wan mafên heyî wisa kiriye ku li Herêma Kurdistanê, pêkhate piştevaniyê li hemû pêngavan bikin bo parastina Herêma Kurdistanê giring in. Her wekî ku me di şerê DAIŞê de dît hemû pêkhateyên Kurdistanê piştevanê Pêşmerge bûn. Hin kes bûn Pêşmerge, di referandûmê de me hemûyan li gel yek deng da serxwebûna Kurdistanê. Ew hemû tişt peywendiya xwe bi wê giringiyê û jiyana xweş a pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Ji ber wê jî pêkhateyên Iraqê eger bikarin dê bên li Herêma Kurdistanê niştecîh bibin, ji ber Herêma Kurdistanê take cîhe li navçeyê ku pêkhate têde zêde dibin, ne ku koç dikin.’’
Rayedarê Tirkmen tekez kir ku ev hemû maf ji bo pêkhateyan ewqas bi hêsanî nehatine bidestxistin, rola Serok Barzani di vê mijarê de pir girîng bûye. Û diyar kir: "Rênîşaniyên Serok Barzani ji bo serokatiya siyasî ya Kurdistanê ku divê mafên pêkhateyan werin parastin, rê li ber pêkhateyan vekiriye ku di hemû mijaran de, ne tenê ji bo Tirkmenan, lê ji bo hemû pêkhateyan, xwedî gotin bin.’’
Basnews
