• Saturday, 07 February 2026
logo

Îsraîlê êrîşî Sana ya paytexta Yemenê kir

Gulan Media August 17, 2025 Nûçe
Îsraîlê êrîşî Sana ya paytexta Yemenê kir

Medyaya Yemenê ragihand ku Îsraîlê êrîşî santral û rawesteka elektrîkê ya li paytext Sana kir.

Berevaniya Sivîl a Sana got ku şewat li santrala elektrîkê ya bi navê Cezîre ya li başûrê Sana derket.

Îro 17.08.2025ê serê sibehê du teqînên bihêz li Sana hatin bihîstin, ku tê gotin ji ber êrîşeke Îsraîlê li ser paytexta Yemenê çêbûne.

Di demên dawiyê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Yemenê kêm bibûn û serê vê sibehê careke din êrîşek ji aliyê Îsraîlê ve bo ser Yemenê pêkhat, lê derbarê ziyanên canî de ti agahiyek nehate belav kirin.

 

Rudaw

Top