Mêşvanek bi hezaran mêşan li ser laşê zarokên xwe datîne û bi wan navede
Piranî caran tê dîtin ku gelek mêşhingiv an jî şilxeyekî mêşan li cîhekî kom dibin, hin caran jî li ser laşê mirov kom dibin û bê ku eziyet û êş bide wî kesî kombûnê pêktînin. Mêşvanekî Kurd behsa wê rewşê dike, ku wêneyê zarokê 5 salî û 7 salî yên xwe bi hezaran mêş datîne ser laşê wan û li ser bedena wan belav dike.
Samî Hecî Cewher, ku wekî mêşvanê Samî Simaqulî tê nasîn, 50 salî ye û ji 25 salan zêdetir e mêşvaniyê dike, gelek wêneyên xwe û zarokên xwe li ser torên civakî belav kirine, ku bi hezaran mêşhingiv li ser laşên wan nîşan didin bêyî ku bi wan vedin. Vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand, dema ku mêşhingiv şilxe dide, mêşa şahbanu malê bicîh dihêle û li darekî ya cîhekî kom dibin û em jî ji ber ji vê rewşê têdigehin ango bi zanîn nêz dibin bi me ve navede. Ji ber ku em jî eziyet nakin, eger eziyet bidî dê bi me ve vede. Carekê li ser laşê min heft şaneyên mêşhingiv li ser laşê min bûne. Her şaneyek ji 3 hezar mêşan zêdetir dide we. Eger yek bi te vede wê demê bêhnek belav dike ku yên din hîs dikin ku ew hişyariyek ji bo yên din e û ew hemî tên wir ger ew agahdar nebî dibe ku te bikuje jî.’’
Wî mêşvanî du kurên wî hene, yek pênc salî û yê din heft salî ye, ku bi hezaran mêş li ser laşên xwe daliqandine û wêneyên wan li ser medyaya civakî gelek dengvedaye. Her du zarok jî ji aliyê tora mêşvaniya Kurdistanê ve bawernameya mêşvaniyê bi wan hatiye bexşîn. Samî yê mêşvan behsa wê yekê jî kir ku çawa wan mêşan li ser bedena xwe kom dike û dibêje: "Pêşî mêş diçin cem serokan, pêşî hûn wan dûkelrêj dikin û dû re hûn şahbanûyê dixin qefesa xwe ya taybet. Ger hûn dixwazin rihan ji bo xwe çêbikin, hûn wê bi benekî vekin û li dora stûyê xwe daliqînin. Piştre mêşan ji darê veke û rakêşe. Ji ber bêhna şahbanuyê hemû hêdî hêdî tên ser laşe te û kom dibin. Eger eziyeta wan nekî ti demekî û tu carî bi te venadin. Ji bo ku hûn wan derxînin, hûn xwe li ser sandoqekî datînin û xwe dadiqutin û hemû dikevin nav sandoqê û piştre tu serê wê dadixî."
Mêşvan got ku hilberîna hingiv a îsal ne baş e û ji bo her mêşhingivê pir kêm e, hilberîn bi qasî 2,600 heta 2,700 gram bû, ku ne pir e, her çend ji sala borî Germiyan û zozanan çêtir be jî."
Rudaw
