Amerîka hemû hêzên xwe ji Enbar û Bexdayê vedikişîne û wan li Hewlêrê bi cih dike
Çavkaniyek hikûmeta Iraqê îro 17.08.2025ê ragehand proseya vekişîna leşkerên Amerîkî ji Bexdayê ber bi Hewlêrê ve dê di meha Îlonê de dest pê bike.
Wê çavkaniya hikûmetê ji El Cezîreyê re got, "Hevpeymaniya Navneteweyî dê ji baregeha leşkerî ya Eyn Esed, balafirgeha Bexdayê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş xwe vekişe û ber bi Hewlêrê ve biçe."
Herwaha diyar kir: "Vekişîna Hêzên Hevpeymaniyê dê di meha Îlonê de dest pê bike û ew li gorî peymana di navbera Bexda û Waşingtonê de hatiye kirin tê cîh bi cîh kirin."
Heman çavkaniyê ragehand: "Perwerdekarên leşkerî dê li welêt bimînin û ti eleqeya wan bi vekişîna Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re tune."
Ev agahî bi raporek ku ji hêla rojnameya El-Erabiye El-Cedîd û rojnameya Şerqul Ewset ve hatiye weşandin re hevdem e, li ser destpêkirina vekişîn û veguhestina alavên leşkerî yên Amerîkî ji baregeha Eyn Esed a li rojavayê Iraqê. Ev li gorî rêkeftina Iraq-Amerîkayê ye ku misyona Hevpeymaniya Navneteweyî di Îlona 2025an de bi dawî bibe, di heman demê de hêz dê heta Îlon a 2026ê dê li Hewler û Herêma Kurdistanê bimînin.
Ev demeke projeyasaya Heşdî Şeibî ku nakokî çêdike û hewldanek hebû ku ew di parlementoya Iraqê de were pejirandin, lê heta niha hewldan bi ser neketiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê zext û fişar xistine ser hikûmeta Iraqê û daxwaz jê kiriye beşek ji grubên çekdar dawî bi karên wan bîne.
Basnews
