Yek ji rêberên reformxwaz ê Îranê: Bernameya Nukleerî, bû sedem Îranî ber bi terazin û kendalan ve biçin
Yek ji rêberên reformxwazê ê Îranê derbarê şerê dawî yê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê de ragehand; Bernameya Nukleerî bû sedem Îranî ber bi terazinê ve biçin.
Vê derbarê de Serokomarê berê yê Îranê Hesen Ruhanî jî ragehand, şerê dawî ji ber bandor û nufûza Îranê ya li herêmê kêm bû û peywendiyên li gel Ewrupayê têkçûn derket.
Rêberê reformxwaz ê Îranê Mehdî Kerûbî rexne li pergala desthilatdariyê û bi taybet jî li bernameya nukleerî girt û wek siyaseteke karesat û felaketê pênase kir û got; wan ‘’Gelê Îranê rakêşande binê terazin û kendalan.’’
Kerûbî bang li rêveberiya Îranê kir û got: ‘’Di encama reftarên xelet ên rayedaran gelê Îranê ji şoreşê û rejîmî dûrketiye’’ û xemgîniya xwe anî ziman.
Ji aliyê din ve Serokomarê Îranê yê berê Hesen Ruhanî jî şerê 12 rojî yê li gel Îsraîlê û nêrînên xwe yên vê derbarê de aşkera kirin û got, divê nêzîkatiya naha heye li berçav bê derbas kirin û got: Ji ber bandorê Îranê ya li Herêmê kêmbû, tengezariyên navxweyî û têkçûna peywendiyên li gel Ewrupayê bû sedem, Waşîngton û Tel Avîv wê lewaziya herêmî ya Îranê û lewaziya navxweyî bawerî pê bînin û di meha Hezîranê de li hember Tehranê şer bidin dest pê kirin.
Herwaha Ruhanî ji bo piştî şer jî hin pêşneyar kirin û di serî de got, divê stratejiyekî netewî ya îradeya gel tê de hebe, li gel şiyanên parastin û îstixbaratê bên pêşxistin, herwaha hêzên çekdar û hêzên ewlehiyê erkên wan derveyî aboriyê, bi kêrhatîbûnên bingehîn ve bên sînordarkirin. Herwaha li gel Ewrupa û welatên cîran peywendî bên bihêzkirin û eger ji welat re xizmetê bike tengezariya li gel Amerîkayê jî divê bê kêmkirin. Îstixbaratekî bi piştevaniya gel ji nû ve pergala wê bê danîn û dadwerî û daraze serbixwe bibe û ji bo wê jî bang kir ku reformên nû bên pêşxistin.
Basnews
