• Saturday, 07 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Gulan Media August 16, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Serok Barzanî dike

Cîgirê Serokê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, pîrozbahiyê li Serok Barzani dike ji bo rojbûna wî û salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî diyar kir: "Rojbûna bav, serok, rêber û Pêşmergeyê Kurdistanê û salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li me hemûyan, bi taybetî li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz be."

Herwaha diyar kir: "Ez hêvîdarim ji xwedayê mezin we biparêze û tenduristiya baş ji bo we dixwazim. Xwezî me hemûyan bikariba di asta mezinbûna we de xizmet bikin.

Cîgirê Serokê PDKê got: "Soz didin ku rê, ferman, dîtin û ramanên we ji bo Kurdistanek azad, aram, seqamgîr, geş û dadperwer em bikin bernameya xebata rojane û erkê neteweyî yê xwe."

Mesrûr Barzani di dawiya peyama xwe de got: "Hûn her bimînin ji bo me û di lûtkeya serkeftinê de bimînin û bila PDK jî ber pêşkeftin û û serkeftinên wê berdewam bin."

 

Basnews

Top