• Saturday, 07 February 2026
logo

Asayîşa Hewlêrê ew jina ku rêklam ji bo benzînxaneyekî kiribû, girt

Gulan Media August 16, 2025 Nûçe
Asayîşa Hewlêrê ew jina ku rêklam ji bo benzînxaneyekî kiribû, girt

Asayîşa Hewlêrê girtina wê jina ku rêklam bo benzînxaneyeke Hewlêrê kir ragehand û dibêje: Ew bi tometa bikaranîna xelet a amûrên pêywendiyê hatiye girtin.

Îro pêncşemê Rêveberiya Asayîşa bajarê Hewlêrê ragehandiye ku “Me bi fermana Dadwerê Lêkolînê yê Asayîşa Hewlêrê bi hemahengiya li gel qameqamtiya qeza navend a Hewlêrê, jina tometbar a binavê S. D. M. girt.

Asayîşa Hewlêrê herwaha dibêje: “Li gorî madeya 2 ya Qanûna Hejmar 6 a 2008an a li ser Bikaranîna xerab a amûrên pêywendîkirinê, wê vîdyoyek li ser torên civakî bi armanca reklamkirina bazirganî ya benzînxaneyeke li Hewlêrê belav kir, ku ev yek bû sedema nerazîbûnên welatiyan û raya giştî.”

Herwaha hatiye diyar kirin, ku li hember wê benzînxaneyê jî rêkarên yasayî hatine pêkanîn û benzînxane hatiye girtin.

 

 

Basnews

Top