• Saturday, 07 February 2026
logo

Partiya Çaksazîya Tirkmenî: PDK her tim parêzvanekî bihêz ê parastin û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan bûye

Gulan Media August 16, 2025 Nûçe
Partiya Çaksazîya Tirkmenî: PDK her tim parêzvanekî bihêz ê parastin û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan bûye

Serokê Partiya Çaksaziya (Reform) Tirkmenî Abdulqadir Bazirgan bi boneya 16ê Tebaxê salvegera damezrandina PDKê, peyamek pîrozbahiyê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re şand.

Di peyama xwe de Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî Ebdulqadir Bazirgan peyamek ji Serok Barzani û Cîgirên Serok, Endamên Buroya Siyasî û endamên Komîteya Navendî re şand û ragehand: "Bi boneya 16ê Tebaxê, salvegera 79emîn a damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên germ ji yên birêz û hemû endamên polîtburo û Komîteya Navendî û hemû kadro, endam û Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan û hemû alîgirên PDKê dikin, hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazin.

Herwaha hat ragehandin: "Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di qonaxek girîng a tevgera rizgariya gelê me de hate damezrandin û bê westan ji bo mafên gelê Kurdistanê û azadiya ax û gel û niştiman û serweriya gelê Kurdistanê têkoşîn kiriye. Herwaha PDK berdewam rijd bûye di parastin û bidestanîna mafên pêkhateyan de û bûye mertala berdewam a a hemû pêkhateyên cuda. Hêvîdarin ew bone û bîrhatina pîroz palderê yekitî û yekbûna siyasî û hêvinê zêdetir ê yek gotariya siyasî û hevpeymaniya rast û karê hevbeş ê hemû hêz û aliyên siyasî be, ji bo bihêzkirina lingên ezmûnên me û parastin û bidestanîna destkeftên zêdetir ji bo gelê me.’’

Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmenî di dawiya peyama xwe de ragehand: "Em careke din we pîroz dikin û ji we re serkeftin û berdewamiyê dixwazin.’’

 

Basnews

Top