Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Me bi Wezareta Petrolê ya Iraqê re li ser mekanîzmaya hinardekirina petrolê li hev kiriye
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser mekanîzmaya hinardekirina petrolê li hev kirin, peyman jî, ji aliyê 23 şandeyan ve hat îmzekirin, ku 17 endamên Wezareta Petrolê ya Iraqê jî di nav de bûn.
Civînên di navbera her du aliyan de di 17ê Tîrmehê de dest pê kirin û di vê heyamê de serdana hemû parzûngehên Herêma Kurdistanê hatine kirin û piştî nirxandina pirsgirêkên teknîkî yên gelek nîqaşan, di 11ê Tebaxê de li ser mekanîzmaya hinardekirina petrolê li hev kirin. Berhema mayî dê ji bo hinardekirinê radestî SOMOyê were kirin.
Herwaha ji bo destpê kirina hinardeya petrola Herêma Kurdistanê, maye ku Hikûmeta Federal li gel hikûmeta Tirkyê biaxive û prose bê cîbicî kirin.
Basnews
