• Saturday, 07 February 2026
logo

Şasiwar Ebdulwahîd hat girtin

Gulan Media August 13, 2025 Nûçe
Şasiwar Ebdulwahîd hat girtin

Li bajarê Silêmaniyê, Serokê Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû), Şasiwar Ebdulwahid, ji aliyê hêzên polîs ve hate girtin. Girtina Ebdulwahid piştî wê yekê tê ku hefteya borî bi awayekî xiyabî cezayê şeş mehan zîndan lê hatibû birîn.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyeke ewlehiyê, polîsê Silêmaniyê duh 12ê Tebaxê bi fermana dadwer, Şasiwar Ebdulwahid desteser kiriye. 

Sedema girtinê jî vedigere wê yekê, parlamenterekî berê yê Parlamentoya Kurdistanê gilînameyek li dijî wî tomar kiribû.

Dadgeha Silêmaniyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, Serokê Tevgera Nifşê Nû li gorî madeya 431an a Yasaya Cezayê ya Iraqî ya bi hejmar 111 a sala 1969an a guhertî, hatiye cezakirin.

Di nivîsa fermî ya Duyemîn Dadgeha Ketenê ya Silêmaniyê de, ku di 3ê Tebaxa 2025an de derketibû, hatibû gotin: "Şasiwar Ebdulwahid, bi cezayê şeş meh zîndanê hatiye cezakirin."

Heman çavkaniyê destnîşan kir, gilînameyeke din jî derbarê parên projeya Çavî Land de li dijî Şaswar Ebdulwahid hatiye tomarkirin.

 

Basnews

Top