Seîd Herkî: Ji duh ve elektrîka hemû Iraqê qut bûye lê heta naha ji cehşparlamenteran ti gotinek derneketiye
Parlamenterê berê yê Kurdistanê radigehîne ku ji duh ve heta nah ev 24 demjimêre hemû parêzgehên naverast û xwarê yên Iraqê elektrîk hatiye birîn, lê ti yek ji ji wan cehşparlamenter û cehşên milîsan ên ku berdewam derbarê elektrîkê de berê diaxivîn li dijî Herêma Kurdistanê û dijî elektrîka 24 demjimêrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, naha bi gotinekî jî be behsa birîna elektrîka Iraqê nakin.
Li gor dûvçûna BasNewsê ji duh 11.08.2025ê êvari ve heta naha elektrîk li seranserê Iraqê qût bûye. Li gor ragehandina Wezareta Elektrîka Iraqê be, sedemê qutbûna elektrîkê di xetên veguhestina elektrîkê de ye.
Vê derbarê de endamê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî ji BasNewsê re ragehand, herçend desthilatdarên Bexdayê bi rêya çapemeniya nêzîkî xwe ve bangeşeya wê yekê dikin ku qûtbûna elektrîkê peywendiya wê bi pirsgirêkekî teknîkî û bilindbûna pileyên germê ve heye, lê rastiya wê mijarê gumaneke mezin têde heye, bi taybet jî ku di demekî de ye ku hikûmeta federal di bin fişara Amerîkayê de ye û hewla wê yekê dide ku berhemanîna elektrîkê li navxweyî Iraqê zêde bike ji bo ku bibe cîhgirê gaz û elektrîka hawirde ya Îranê.
Herwaha got: ‘’Ev yek zelal bûye ku Amerîkayê biryar daye çavê xwe ji kirîna elektrîk û hawirdekirina gazê ji Îranê re nagre, bi wî awayî Iraq naçare hewla bilindkirina şiyana rawestekên navxweyî yên berhemanîna elektrîkê bide û ji aliyê din ve jî hewla hawirdekirina gazê ji bo bikarxistina wan rawestekan li welatên din ên wek Kazaxistin û Tirkmenistanê bide. Li hember wê Îran bi hemû awayekî fişar dixe ser ku Iraq dest ji kirîna gazê û elektrîka Îranê bernede, ji ber ku salane bi wê rêyê ve pareyekî zêde li Iraqê ve bo Îranê diçe. Ji bo wê jî pirs ew e, ji karketina sîstema elektrîka Iraqê û ew pirsgirêka ku çêbûye, di berjewendiya kî de ye û çima vê demê de elektrîk li hemû Iraqê qut bûye?’’
Parlamenterê berê Seîd Herkî got: Bi keyfxweşî ve xelkê Herêma Kurdistanê di saya xizmetên mezin û kabîneya nehem û projeya Ronahîkirinê ve ku li ser spardina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatiye cîhbicîh kirin, ji wan pirsgirêkên wisa em dûr in û li Herêma Kurdistanê bi keyfxweşî ve 24 demjimêran elektrîk ji bo hemwelatiyan tê dabîn kirin.’’
Navborî got: Ecêbe hemû ew cehş û kirêgirtîyên ku salên borî de ji ber kêmbûna elektrîkê di çileyê havînê de êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikirin, bi taybet piştre jî êrîşî projeya Ronakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikirin û gilî li dadgehê dikirin, naha li hember qutbûna bi guman a elektrîka Iraqê bêdengin. Eger ew Herêma Kurdistanê ba, naha hezar çîrokên derew vê derbarê de dê gotiban.
Basnews
