• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Umanê civîna sêalî birêve diçe – Pirsên agirbes û sîstema nenavendî ya Sûriyê tê gotûbêj kirin

Gulan Media August 12, 2025 Nûçe
Li Umanê civîna sêalî birêve diçe – Pirsên agirbes û sîstema nenavendî ya Sûriyê tê gotûbêj kirin

Li Uman a paytexta Urdinê, civîneke sêalî di navbera Sûriye, Amerîka û Urdinê de tê lidarxistin. Armanca civînê gotûbêjkirina dawîn pêşhateyên li Sûriyê û nexşerêya siyasî ya ji bo paşeroja welat e, ku tê de mijara "nenavendiyê" weke xaleke sereke derdikeve pêş.

Li gorî medyaya fermî ya Urdinê, di civîna îro 12ê Tebaxê de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed Şeybanî, Şandiyê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê Tomas Berrack û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî amade ne. Mijarên sereke yên ku hatine ragihandin, rêyên piştgiriya ji bo jinûveavakirinê, misogerkirina aramiyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê ne.

Mijara nenavendiyê di rojevê de ye

Çavkaniyên medyayî yên Urdinî tekez dikin, civîn ji van xalên fermî wêdetir diçe û mijarên kûrtir li xwe digire. Li gorî heman çavkaniyan, doseya "nenavendiyê" li Sûriyê û helwesta Amerîkayê ya derbarê piştgiriya ji bo hikûmeta Sûriyê dê bi awayekî berfireh bên nîqaşkirin.

Civîn di bin sîbera aloziyan de tê lidarxistin

Ev hevdîtina payebilind di demekê de tê lidarxistin ku li başûrê Sûriyê, bi taybetî li parêzgeha Siweydayê, binpêkirinên agirbestê berdewam dikin. Tevî ku di hefteyên borî de beşek ji şêniyan vegeriyabûn, êrîşên li ser bajarokan nesekinine, ev jî nîşana nearamî û aloziya berdewam a li herêmê ye.

Çavdêr diyar dikin, civîn xwedî karaktereke siyasî ya kûr e û ji mijara agirbestê wêdetir e. Tê de senaryoyên paşerojê yên girêdayî "nasnameya dewleta Sûriyê" tên gotûbêjkirin, nemaze di demekê de ku dengên daxwaza federalîzmê û sîstemeke nenavendî li welat bilind dibin. 

 

Basnews

Top