Amerîka hişyariya rawestandina piştevaniyên darayî yên Amerîkayê bo Iraqê dide
Endamê Kongreya Amerîkayê rasterast amaje bi rawestandina piştevaniyên darayî yên Amerîkayê bo Iraq û Tûnisê kir.
Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson, ku yek ji kesên herî tunde li dijî milîs û grubên Heşdî Şeibî di tora xwe ya civakî X de ragehand: ‘’Eger Iraq û Tûnis wisa bifikirin ku Serok Trump dê pare rijandina ser wan de berdewam bike û ew bixwe jî nefretê li me dikin, yan bixwe dîn in, yan jî li gor wan Serok Trump gêj û bêaqile.’’
Hêjayî gotinê ye hejmarek zêde ji milîsên Heşdî Şeibî ne tenê nefretê li Amerîkayê dikin wek Joe Wilson dibêje, bi aşkerayî dijminatiya Amerîkayê dikin û di demên borî de jî bi wî pare û çekên ji hikûmeta federal a Iraqê wergirtine êrîşî ser binke û baregehên Amerîkayê yên li navçeyê.
Amerîka derveyî ku bi awayekî rasterast li hin waran de bi nirxê milyaran dolar alîkariya Iraqê kirine, herwaha proseya firotina petrola Iraqê û dahatên wê bi rêya banka federal a Amerîkayê ve vedigere û eger Amerîka bixwaze dikare bandorekî mezin li ser nirxê dolar li hember dînar û herwaha siyaseta darayî ya Iraqê de ava bike.
Basnews
