Li Xarpêtê zilamekî pismamê xwe kuşt
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî bi demançeyê pismamê xwe kuşt.
Li gorî zanyariyan îro li Taxa Sugozuyê ya Xarpêtê ji ber sedemeke nehatiye zanîn di navbera F.E.yê 37 salî û S.E.yê 29 salî de ku pismamê hev in nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de her du pismamam pev çûmr û S.E. bi demançeyê F.E. kuşt.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendursitiyê termê F.E. ji bo karên otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.
S.E. jî li cihê bûyerê ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.
Rudaw
