Elî Merdan di salvegera xwe ya 44emîn de hat bibîranîn
Salvegera 44emîn a koça dawî ya hunermendê Kurd Elî Merdan li Kerkukê bi merasîmekê hate bîranîn û bi wê boneyê jî xelata rêzlêgirtinê ji malbata wî û çendîn hunermendên din ên bajarê Kerkûkê re hat pêşkêş kirin.
Îro çarşemê li salona Laif City a li bajarê Kerkûkê bi serpereştiya Mekteba Rêxistina Parêzgeha Kerkûk -Germiyan a PDKê û komeleya henerî û wêjeya kurdî-şaxê Kerkûkê bi amadebûna Hîwa Ehmed Mistefa endamê Mesteba siyasî û berpirsê Mekteba Rêxistina Kerkûk-Germiyan û endamê Komîteya Navendî û alîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, merasima bîranînê ya 44emîn a salvegera koça dawî ya hunermendê mezin ê kurd Mamosta Elî Merdan hat birêxistin.
Di merasimê de çendîn stranên hunermendê koç kirî hatin gotin û piştre xelata rêzlêgirtinê ji bo malate Elî Merdan û çendîn hunermendên bajarê Kerkûkê hatin pêşkêş kirin.
Elî Merdan hunermendekî navdar ê kurde, sala 1904 li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye û sala 1981ê 24ê Tîrmehê li Bexdayê diçe ser dilovaniya xwe. Herwaha 35 salan jî xizmeta hunera kurdî kiriye.
Basnews
