Keşnasiya Kurdistanê: Pileyên germê dadikevin
Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê, pêşbîniyên xwe yên ji bo 48 saetên bê belav kirin û ragihand, pileyên germê dê hinekî dakevin.
Li gorî keşnasiyê, îro Çarşemê (30.07.2025), asîman dê sayî û bi perçe ewr be û egera bilindbûna tozeke kêm heye. Herwiha pileyên germê li gorî pileyên tomarkirî yên duh, dê di navbera 3 û 5 pileyan de dakevin.
Ji bo sibe Pêncşemê jî tê pêşbînîkirin, asîman dê sayî û bi hin perçe ewr be û egera tozeke kêm hebe. Pileyên germê dê bi giştî nêzîkî pileyên îro bimînin.
Pileyên herî bilind ên germê yên ku tên pêşbînîkirin (bi pileyên Selsiyus):
Hewlêr: 45
Silêmanî: 44
Dihok: 44
Kerkûk: 46
Zaxo: 45
Helebce: 45
Soran: 43
Hacî Omeran: 34
Germiyan: 46
Rudaw
