Li Amerîkayê êrîşekî çekdarî pêkhat: 5 kes hatin kuştin
Li herêma Manhattan a New York a Amerîkayê êrîşkarekî ku bi çek û yêlegê gule neguhêzbar ango gule derbas nake li xwe kiribû ket avahiyek ku wek asîmanbir tê pênasekirin û gule li derdorê berdan û 1 jê polîs 4 kes kuştin û piştre jî xwe kuşt.
Êrîş li herêma Manhattan pêkhat û êrîşkarê bi çeka lûle dirêj ket avahiya bi navê 345 Park Avenue ya ku Lîga Futbol a Netewî ya Amerîkayê re mazûvanî kir û piştî ket avahiyê gule li derdorê berdan û encamê de yek jê polîs, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gor çapemeniya Amerîkayê ragehandiya êrîşkar piştre derketiye tabiqa 33 û bi çeka xwe ve xwe kuştiye.
Basnews
