Qonaxa duyemîn a Projeya Kornîş a Zaxoyê tê temam kirin
Qonaxa dûyem a projeya kornîş a Zaxoyê bi lêçûna 6 mîlyar dînarî tê temam kirin ku rêjeya ji sedî 50 keskahiyê ji xwe digre.
Fermangeha Medya û Zanyarî ragehandiye: “Di berdewamiya pêşxistina projeyên geştiyariyê de li Herêma Kurdistanê, qonaxa duyemîn a projeya Kornîşa Zaxoyê bi lêçûna şeş milyar dînar dê were temamkirin.”
Amaje bi wê jî hatiye dayîn: “Di vê qonaxê de, dirêjahiya kornîşa Zaxoyê 3 kîlometre ye û ji %50î zêdetir keskahî tê de ye.
Herwaha hatiye tekez kirin, ku ew proje ji sedî 80ê hatiye temam kirin ku xwaringeh, kafeterya û keştiyên qayîkên geştiyariyê hene, bi temambûna projeyê jî hejmara geştiyaran bo Zaxoyê zêdetir dibe.
Kornîşa Zaxoyê yek ji projeyên xweşik û balkêş ên kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ye, ku bi berdewamî ji aliyê welatiyên ji deverên cuda yên Kurdistanê û geştiyaran ve tê ziyaretkirin.
Basnews
