Rêxistineke navneteweyî li dijî êrîşên bi dron û birîna mûçeyan li Kurdistanê hişyarî da
Îro 29.07.2025ê Rêxistina Human Rights Watch (HRW) li ser êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê hişyarî da û di raportekî de amaje bi wê yekê kir ku zeviyên petrolê dibin armanca êrîşê û zirarê didin sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê.
Di raporê de hat gotin ku êrîşên bi dronan tên kirin metirsîdar in û dê pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de zêde bikin, û di vê rikberiyê de Bexdayê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê rawestandiye.
Rêxistinê bang li Herêma Kurdistanê û Iraqê kir ku li ser êrîşên bi dronan lêkolîn bikin û pêşî li êrîşên din ên li ser binesaziya enerjiyê bigirin û garantî bikin ku mûçe bi awayekî di dema xwe de û bêkêmasî dê werin belavkirin.
Şandeyeke Iraqî bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî duh 28.07.2025ê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan piştre di civîneke çapemeniyê de ragihandin ku wan lijneyekî hevbeş ava kirine da ku êrîşên bi dronan lêkolîn bikin û dûv re raporek amade bikin.
Wezîrê Navxwe yê Hikumeta Herêma Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de amaje bi wê yekê kir ku êrîşên bi dronan bandor li ser hilberîna petrolê li Herêma Kurdistanê kiriye û divê komên ku êrîşan pêk tînin werin destnîşankirin û radestî dadgehê werin kirin.
Basnews
