• Sunday, 08 February 2026
logo

Di êrîşeke ser Dêrekî de 43 kes hatin kuştin

Di êrîşeke ser Dêrekî de 43 kes hatin kuştin

 Li Komara Demokratîk a Kongoyê di êrîşeke li hember Dêrekî de 43 kes hatin kuştin. Karbidestên herêmî gotin ku di êrîşeke li bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê de 43 kes hatine kuştin, ku tê îdiakirin êrîş ji aliyê serhildêran ve hatiye kirin. Êrîş piştî çend mehan aramiya li herêmê pêk hat.

Li gor nûçeya ku Şerqul Ewsetê ji AFPê veguhestiye, niştecihên Bunia ya paytexta parêzgeha Ituri, bi telefonê bi ajansê re têkilî danîne û gotine ku Hêzên Hevpeyman ên Demokratîk (ADF), ku ji aliyê serhildêrên berê yên Ugandayî ve hatine damezrandin û di sala 2019an de sond xwarine ku girêdayî DAIŞê ne, êrîşî Xiristiyanên ku ji bo duayê li dêra Katolîk a li bajarokê Komanda kom bûne, kirine. Li gorî mîsyona aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî li welêt, êrîş bûye sedema mirina 43 kesan, di nav de neh zarok jî hene.

Serokê civateke li taxa Umoja yê bi navê Dieudonne Katanbo ji AFP re got, "Duh êvarê dora demjimêr 21:00ê me li nêzî dêra herêmî dengê guleyan bihîst... Me heta niha 35 cenaze dîtine."

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir ku DAIŞê zêdetirî 40 kesan kuştine. herwaha diyar kir ku "cihên îbadetê û azadiyên olî divê her tim werin parastin."

 

Basnews

Top