• Sunday, 08 February 2026
logo

Hikûmeta Iraqê red dike ku Heşdî Şeibî bi dronan êrîşî Herêma Kurdistanê kiribe

Hikûmeta Iraqê red dike ku Heşdî Şeibî bi dronan êrîşî Herêma Kurdistanê kiribe

Bexda tohmetên ku dibêjin Heşdî Şabî êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê pêk aniye red dike, di demekî de Wezareta Navxweyî dibêje:Cureyek ji sergirtin û xemsarî li hember van binpêkirinên ewlehiyê heye.

Ofîsa serokwezîrê Iraqê ragehandiye, ku ew tohmetan red dikin û nayên qebûl kirin. Herwaha dibêje: "Em di parastina ewlehiya welatiyên Iraqî de dudil nînin û em ê hemî tedbîrên qanûnî li dijî her kesê ku ewlehiya Iraqê tehdît dike bigirin.”

Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêmê amaje bi wê kiriye: "Di demekê de çêdibin ku tê çaverêkirin ku hikûmeta federal tedbîrên guncaw bigire dema ku Herêma Kurdistanê an her herêmeke din a Iraqê bi her gefê re rû bi rû bimîne."

Wezaretê amaje bi wê daye ku encamên lêkolînên li ser êrîşên li ser herêmê di salên dawî de nehatine eşkerekirin û kes nehatiye berpirsyarkirin û amaje bi wê jî kiriye, “Parastina asayîşa welat erka sereke ya saziyên fermî ya Hikûmeta Federali ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Înê hêzeke Heşdî Şeibî tometbar kir bi wê ku dronekî li navçeyekî nêzîkî Hewlêrê bi armanca têkdana rewşa ewlehiya Hewlêrê hatiye avêtin.

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta federal kir ku van kiryarên wêranker bi dawî bike û li dijî sûcdaran tedbîrên qanûnî bigire.

Her îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînek çapemeniyê de ragehand, "Em dizanin kê dron şandine Hewlêrê, lê em ê pêşî li encamên lêpirsînê negirin."

 

 

Basnews

Top