• Sunday, 08 February 2026
logo

Gendeliya parlamenterê Iraqî Mistefa Sened a 250 milyon dolarî aşkera bû

Gendeliya parlamenterê Iraqî Mistefa Sened a 250 milyon dolarî aşkera bû

Gendeliyekî mezin a parlamenterekî Parlamentoya Iraqê ya bayê 250 milyon dolarî hat aşkera kirin û çavdêrekî siyasî jî dibêje, ew parlamenter xwe wek paqij nîşan dide û dijî gendeliyê xwe derdixe pêş, lê ew bi xwe jî gendelkar e.

Çavdêrê siyasî Îmad Bacelan ragehand; parlamenter Mustafa Sened ku li ser ekranan xuya dike û xwe wekî paqij nîşan dide û her weha xwe wekî welatparêz û dijî gendeliyê nîşan dide, lê ew kesekî gendel e, wî 250 milyon dolar milkê giştî de dizî kiriye.

Herwaha eşkere kir ku wî parlamenterî çend beşek ji kompanyaya amûrên hênîk kirinê (mubarîde) kiriye û navê wê kompanya ango şîrketê Hilal e û ew şîrket têkelbûneke ji sektorên taybet û giştî. Mistefa Senda li Zefraniya Bexdayê zêdetirî 100 donim erd bi navê dabînkirina erd ji bo şîrketê girtiye û bihayê yek metre erdê li wir 1000 dolar e û 250,000 metre jî 250 milyon dolar e. Lê ji aliyê din ve heman demê de ew parlamentere xwe wekî kesekî paqij pênase dike, lê ew gendel e û tiştê ku wî kiriye yek ji dozên gendeliyê ye û dibe ku di pêşerojê de 100 donim erd ji bo armancên din bikar bîne.

 

Basnews

Top