Iraq bi krîzê re rû bi rû ye.. Xwepêşandanên berfireh li Bexdayê têne lidarxistin
Wezareta Navxwe ya Iraqê ji ber nebûna pergalên vemirandina agir zêdetirî 500 cih girtine, di heman demê de biryare îro li Bexdayê ji ber bûyera şewata li hîpermarketa Kornîş a li parêzgeha Kut xwepêşandanên mezin bêne lidarxistin.
Li gor Kurdistan 24, îro Înê, 25ê Tîrmeha 2025an, piraniya navendên kirînê yên li Bexdayê şert û mercên ewlehiyê nînin, her sal di havînê de li bajarên Iraqê navendên kirînê û kargeh ji ber nebûna şert û mercên ewlehiyê dişewitin. Ev jî nîgeraniyê li kolanên Iraqê de ava kiriye, biryar waye piştî nîvro a îro înê, xwepêşandanên berfireh li qadên Tehrîr li Bexdayê birêve biçin.
Herwaha Wezîrê Navxwe ferman da ku hemû cihên ku li gorî şertên ewlehiyê li Bexdayê û hemû parêzgehên din ên Iraqê nînin werin girtin, di pênc rojan de li Bexdayê zêdetirî 500 dikan, navendên kirînê, bazar û avahiyên bazirganî yên ku pergalên vemirandina agir nînin hatin şewitandin.
Nêzîkî 70 kes, di nav wan de jin, mêr û zarok hebûn, roja Pêncşemê di şewata li hîpermarketek li bajarê Kut de jiyana xwe ji dest dan.
Piştî vê bûyerê, xwepêşandanên berfireh li bajêr dest pê kirin û welatiyan daxwaza îstifaya rayedarên bajêr kirin, komîteya Wezareta navxwe biryar da ku 17 rayedar, karmend û sê efserên li parêzgehê ji bo lêpirsînê demkî ji kar dûr bixe.
Basnews
