• Sunday, 08 February 2026
logo

Medyayekî Iraqî: Banga Wezîrê Derve yê Amerîkayê, kartên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji nû ve rêkdixe

Medyayekî Iraqî: Banga Wezîrê Derve yê Amerîkayê, kartên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji nû ve rêkdixe

Medyayeke Iraqî ragihand ku Herêma Kurdistana Iraqê, mijûlî çinîna berhemên hewldanên xwe yên dîplomatîk e û vê derbarê de gera yekem bidestxistiye.

Roja Çarşemê, 23ê Tîrmeha 2025an, Wezareta Derve ya Amerîkayê naveroka axaftina telefonî ya di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de eşkere kir, ku tê de wî sê daxwaz ji Sûdanê kirin:

Berdewamkirina şandina mûçeyan ji bo Herêma Kurdistanê û ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriyê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê.
Dadgehkirina kesên ku êrîşî binesaziya enerjiyê û zeviyên petrolê kirine.
Qanûna Heşdî Şebî dernexin.
Di vê mijarê de, malpera Bexdad El-Yewm nûçeyek bi sernavê ‘’Peywendiya telefonî ya Amerîkayê, kartên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji nû ve rêz dike.. Kurdan gera dîplomatîk qezenc kir’’ weşand ku ji hêla analîstê siyasî yê bi navê Yasîn Ezîz ve hatiye weşandin. Di wê nivîsê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku; Peywendiya telefonî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikare destpêkek be ji bo guhertina rêya peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û teqez di bin ronahiya geşepêdana dîplomasiya navnetewî ya Herêma Kurdistanê.

Herwaha diyar kir: "Piştî vê telefonê, têkiliyên di navbera Waşington û Bexdayê de ketine qonaxek hesas, ku ev yek dijwariyek mezin e ku Sûdanî pê re rû bi rû ye, nemaze di bin berdewamiya hebûna Çarçoveya Hemahengî û bandorên li ser biryarên hikûmetê de."

Li gor heman malperê bi zimanê wî lêkolînvanî ve belav kiriye dibêje: "Rêveberiya Dewletên Yekbûyî ji mekanîzmaya danûstandinê bi Herêma Kurdistanê re ne rehet e. Hewldanên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê li Washingtonê xuya dikin ku encam dane. Di dema pêş de guhertinên aşkera di dosyayên hatine cemidandin ên navbera Hewlêr û Bexdayê de dê bên dîtin.’’

Herwaha got: "Ev pêşketin helwesta Kurdan û têkiliyên wan ên navneteweyî yên pêşkeftî nîşan dide.’’

Dawiyê de jî tê gotin: "Ev gav bi tevgerên dîplomatîk ên çalak ên rayedarên Kurd li paytextên Rojavayî heman demê de pêktê, ser hemûyan re jî li Amerîkayê, hewl tê dayîn ji bo zêdekirina piştevaniya navnetewî bo helwêstê Herêma Kurdistanê li hember zextên navxweyî zêde bikin.’’

 

Basnews

Top