Tirkiye - Di şewata daristanên Eskîşehîrê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di dema hewlên vemirandina agirê daristanê yê li Eskîşehîr a Tirkiyê de, pênc karkerên daristanê û pênc xwebexşên AKUTê piştî ku di nav agir de asê man jiyana xwe ji dest dan. Heft ji birîndaran têne dermankirin, lê tê ragihandin ku rewşa karkerekî jî giran e. termê wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bo nasname û analîza DNAyê birin Rêveberiya Tiba Edlî ya Enqerê.
Îro 24.07.2025ê li navçeya Seyitgazî ya ser bi parêzgeha Eskîşehîr a Tirkiyê ji ber şewata daristanê û hewldanên vemirandina agir 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çapemeniya Tirkiyê 5 karkerên daristanê û pênc xwebexşên AKUTê piştî ku di nav agir de asê man jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumaklî diyar kir ku 24 kes di rêça û berê agir a ji nişka ve guherî de asê mane.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dane waha ne: Sercan Utmi, Hilmi Şahin, Eyip Dereli, Tolunay Kocaman, Enes Kızılyel, Muharrem Can, İlker Onarıcı, Tekin Enes Sarıyıldız, Bayram Eren Arslan û Alperen Özcan.
Basnews
