• Sunday, 08 February 2026
logo

Karwan Hacî: Serokwezî Mesrûr Barzanî bi wan biryarên ku di derbarê xwendina rizgarbûyên Êzidî de dide, pêşeroja wan misoger dike

Karwan Hacî: Serokwezî Mesrûr Barzanî bi wan biryarên ku di derbarê xwendina rizgarbûyên Êzidî de dide, pêşeroja wan misoger dike

Rêvebirê Ragehandina Navenda Rewşenbîrî ya Laleş, behsa giringiya biryarên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike bo xwendekarên kurdên Êzidî û radigehîne, ev biryara girîng nîşan dide ku serokwezîr dixwaze xwendekarên Kurd jî di stratejiya perwerdehiyê de cih bigirin.

Li ser sparteya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Wezareta Xwendina Bilind xwestiye ku çarçoveyek ji bo qebûlkirina xwendekarên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne ava bike û wan ji xercên xwendina paralel bê bexşandin.

Karwan Hacî, Rêveberê Ragehandinê ya Navenda Rewşenbêrî ya Lalşê, ji (Basnews) re ragehand: "Ev biryara rêzdar Mesrûr Barzanî di cihê xwe de bû ku xwendekarên rizgarbûyî ji destê DAIŞê li xwandina bilind bên wergirtin, eve biryareke pir baş bû, ku lêçûna xwendina wan li ser hikûmetê be, projeyên din jî hebûn berê xizmeta mezin a Êzidiyan kiribûye. Serokwezîr Mesrûr Barzani her tim piştgirîya Êzidiyan kiriye, wek mînak alîkarîya darayî ya ku ji alîyê serokwezîr ve hatî dayîn û 3,575 kes alîkarîyê werdigirin."

Herwaha aşkera jî kir: "Ev biryar dê di warê perwerdeyê de gaveke girîng bavêje û dê xizmeta Êzidiyan bike. Em ji vê biryara serokwezîr kêfxweş in ji ber ku ew bi taybetî di berjewendiya Êzidiyan de ye. Ew xizmeteke mezin, girîng û stratejîk e ji bo niha û pêşeroja zarokên Kurdên Êzidî, yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne."

Karwan Hacî dibêje: "Birêz Mesrûr Barzanî, ji bilî dayîna alîkariyeke darayî ya mehane ji 3,575 Êzidiyên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, dixwaze di warê perwerdeyê de bala tevahî bide wan û derfetan peyda bike da ku pêşeroja xwe misoger bikin û jêhatîyên xwe pêşve bibin. Ew ji bo her kesî ye bêyî ku temen, zayend an cihê rûniştinê çi be."

 

 

Rudaw

Top