Şandeke Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye: Mûçe û dahat di rojevê de ne
Di çarçoveya diyalog û lihevkirinên bi Hikûmeta Federal a Iraqê re, şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina rêze-civînan serdana Bexdayê kir.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rêveberên giştî yên Wezareta Plansaziyê, beşa bûdceyê ya Wezareta Darayî û Aboriyê û Rêveberiya Bankên Herêma Kurdistanê pêk tê.
Biryar e şande îro Çarşemê, 23ê Tîrmeha 2025an, bi Wezareta Darayî ya Iraqê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal re bicive.
Mijarên Sereke yên Civînan
Ev serdan di çarçoveya peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û dê li ser mijarên weke dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, radestkirina dahatên nenetrolî û hinardekirina petrola Kurdistanê raweste.
Di civînan de, herdu alî dê bi hûrgilî li ser dahatên nenetrolî yên Herêma Kurdistanê û para hikûmeta federal ji van dahatan lêkolînê bikin. Tê çaverêkirin ku ji bo bidawîkirina civînan û destpêkirina cîbicîkirina peymanê, du hefte pêwîst bin.
Pêngavên dawî hatine avêtin
Ev serdan di demekê de tê ku duh, roja Sêşemê, Wezareta Darayî ya Federal ragihand ku dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Gulanê yên fermanberên Herêma Kurdistanê kiriye. Ev pêngav li gorî biryara Encumena Wezîran a Iraqê ya roja 17ê Tîrmehê hatiye avêtin.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Darayî û Aboriyê ya Herêma Kurdistanê jî roja Sêşemê ragihand, para dewleta Iraqê ji dahatên nenetrolî yên meha Gulanê, ku bi qasî 120 milyar dînar e, weke pereyê keş xistiye ser hesabê bankî yê Wezareta Darayî ya Federal li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.
K24
