Parlamenterekî Iraqê: Tayînkirina nav rêzên Heşdî Şeibî berdewame û bi telefonekî xelkê tayîn dikin
Endamekî Parlamentoya Iraqê aşkera dike, tayînkirina nav rêzên Heşdî Şeibî berdewame û bi telefonekî kesan tayîn dikin.
Pêgeha El Cebal bi zimanê parlamenterê Iraqê Mihemed Nûrî belav kir, tayînkirin li desteya Heşdî Şeibî heta naha berdewame û bi telefonê xelkê tayîn dikin. herwaha aşkera kir ku alî hene rojane diçin balyozxaneyê, lê ew yek aşkera nekir, gelo armanca wî balyozxaneya Îranê ye yan a welatekî din e.
Herwaha aşkea kir, herçend mûçeyê mûçegirên Iraqê hatiye garantî kirin jî, lê ji bo projeyan pare gelek zehmete û kêmanîna budceyê de gelek zêdeyî heye, belge jî ew e hikûmeta federal amade nîne lîsteyên budceyê bişîne parlamentoyê.
Navborî got: ‘’Ew biryarên kabîneya naha ya hikûmeta federal daye, bandorên wê nû derdikevin.’’
Parlamenterê Iraqî behsa bi qaçaxî derbaskirina dolar jî kir û ragehand: ‘’Bi qaçaxî birina dolar bûye bûyerekî gelek mezin û ti kes jî ranawestîne. Miqdarekî zêde ya dolar û zêdetirî pêwîst diçe derve. Wek mînak 850 milyon dolar bi navê anîn û hawirdekirina amûrên hênîkkirinê ji Iraqê hatiye derxistin.’’
Basnews
