• Sunday, 08 February 2026
logo

Almanya berdewamiya hevkarî û hemahengiya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge tekez kir

Almanya berdewamiya hevkarî û hemahengiya xwe ji bo Hêzên Pêşmerge tekez kir

Fermandarê hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê berdewamiya hevkariyên xwe bi hêzên Pêşmerge re tekez kir.

Ragehandina Wezareta Pêşmerge ragehandiye: “Ferîq Sîhad Barzanî Fermandarê Fermandariya Hêzên Piştgiriya 1, îro 21.07.2025, pêşwaziya Kolonel Cooper, Fermandarê Hêzên Almanî li Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.

Amaje bi wê jî hatiye kirin: "Di hevdîtinê de, li ser alîkarî û hevrêziya hêzên Almanî ji bo hêzên Pêşmergeyan nîqaş kirin û ji aliyê xwe ve, fermandarê Hêzên Piştgiriyê 1 spasiya hevkariyên artêşa Almanî kir, û fermandarê hêzên Almanî berdewamiya alîkarî û hevrêziyê ji nû ve piştrast kir."

 

Basnews

Top